Vîna zanyarî di rûbirûbûna serkotkirinê

Rêber Hebûn ريبر هبون Reber Hebun
0

*Rêber Hebûn

Rexne bi tevahiya xwe ne deriyek e ku di rêya wê de her tiştî li ser bê axaftin ,meraqa koşyar êrîş dike ta tiştê jiyan veşartiye bizanibe, li rex gelek aloziyên ên xwe bi reweşta merovî digrin, ji bo bibe destpêkekê ji ketina hundirê gelek têgehên yên li kûrahiya mirovahî de, li ser sehneya nakokiyê de derbas bûn e.
Û di pêla serpêhatiya nivîsê, rastî bi naverokên xwe û nirx û pîvan di rêjeya xwe de hevjînbûyî dibin, ta ku ew awaza a huner û naveroka jiyanê armanc dike çêbikin, û huner ewa başbûna lîskê ye li gor derbirîna Kirotşe 1 .
Diyarkirina şopên nexweş di reweşta mirovî de ew tiştê herî ku li ser zanyar dixebite, dema ronî li ser mirov datîne, û dan û standina wî bi diravê re ne wekî destikekî ji bo hevjiyana aştiyane lê belê wekî armancekî ye ku nirxên mirov ê girêdayî bi başiyê ve ji holê radike, û ev nirx bi xwe yekem binema sirûştî ye ji guhertina tevgera dîrokî re ê bi aliya danîna çarenûsan ji mirov re diçe, ji bo dîtinek e riyalîst li ser avakirina mirov ji hundir ve sazger e dike, û danîna çarenûsên tekûz ne nîv çarenûs,ji bo weşîna nirxên mirovî ên dadmend ji nû ve di nav civakên mirovî de li ser cidabûna qatên wan de, di dema ku zorenga mirovî radeya parçebûna mirovî diyar dike, û cudahiya ku di nav civakên pêşketî de heyî berz dike,yên tiştan diafirînin û timî bi encamdana çareyên jiyanî diramin, di jiyan û pêvajokên xwe de bi giştî , û di nav civakên ên hînê bi awayekî sawîlke û destpêkî dijîn û hevjiyanî bi tiştan re dikin, û di nav xwe de, ji alavên hevjiyana nû û ji balabûna di ramandinê de bê par in, û herwiha ferehiya kortalê di navbera dewlemendê azwer û xizanê jihevketî û peyrew de.
Ji ber ku girtîbûn li hember jîniya ramanê ye , û ewa kelem e pêş ku ew hêzên afrêner rabin ku bi jiyanê re bilind û balatir bibin, ta ramanên bilind û pêşvero birêkevin û bi rêyên wê jiyana a bi hinirên tekesan ve diyar dibe rast bibe, lê reweşta zorengê di navbera fermandar û fermanber de dima kelemek ê pêş amadakirina nifşekî ku bi nirxên rabûnê bawer be,bi awayekî hemtî, û ew kelema pêş balabûna mirov di jiyana xwe de ji milhurî û zorî çêdibe, ji ber mirov hinirek e bê dawî ye, eger bizanibe bi tiştê pêwîst bikarbîne, ji ber ku bedkariya rêberîkirin û karxistinê binkeftin û têkçûnê ancam dide, bervajî zarîkirinê ê encamên erênî bi dû xwe tîne ,dikare hevkêşeya jiyana zehmet teqle bike ji bo jiyanek e hêsanî, afrêner û hinir.
----------------------------
1- Binîdîto Kirotşe : Feylesofekî nimûnî ye,dîroknas û siyasetvanek î îtalî ye,behsa gelek mijar di nivîsên xwe de kir jê Felsefe, Dîrok, zanista Dîrokê û Bedewbûnê.
Divê kar li ser binema bandorkirina wijdanî hebe li kêlek berzbûna ramana geş ê di nav xwe de hêz û tojiyê radike, û dibe ku teqandina gelêrî pirsyarîkirinek be ji vaca guhertina misoger re , ji ber ku sertî moralên henas têk dibe,û dihêle ku di rewşa nemana deronî de bimîne.
Û bê guman ku bandora bîrdoziyên totelîter rolekî di leqandina aramiya civakê dilîzin, bi rêya serdestkirina wan ji takes re, û dorpêçkirina wî bi slogan û bangeşîkirinê û reftarên yên wî berve radestbûnê ji serwer re û kêşeyên wî dibin, li rex diyarkirina rewana valabûnê hundirê kesayetê dema tê qutîkirin û ew li gedûkên wê yên efsanî de dijî, bê ku bi ziyanê vê mayînê li cem niştiyên desthilatê de birame, û ligel bindestkirina hişê takes û dûrkirin û gunokirna hişmendiya wî, û herwiha valakirina hiş ta bibe yek ji keriyê, û ev tişt hîşt e ku mivroyên deronî li rex belvbûnên dîmenên awante û penaberiya demdirêj derkevin.




Post a Comment

0Comments

Post a Comment (0)

#buttons=(Ok, Go it!) #days=(20)

Our website uses cookies to enhance your experience. Check Now
Ok, Go it!