Evîn hebûn e û hebûn zanîn e - Rêber Hebûn (1)

Rêber Hebûn ريبر هبون Reber Hebun
0


Evîn hebûn e û hebûn zanîn e 

Jîndar pêşî her tiştî hebûn hizr dike, û mirov xwe bi rêya hebûnê nas dike,ji ber ku ew zemîna ku têde civak çêdibe, û jê pîvan û nirxê xwe distîne, ji wê girêdana yekem ê mirov bi hebûnê girêdede berî tiştan biçesbîne, û ew jî hizrkirina evînê ye bi çêbûna hest, ji ber ku hestê mirov bi derdûrê ji hizrkirina gewdeyî , fahmkirina wî ji xwe re û baweriya wî bi jiyanê destpê dike . 
Bawerî encamekî xwezayî ye çêdibe li ser rolên ê kesê heyî dinav de derbas dibe, ta ku ji rastiya nirxên ên ji evînê hatin e piştrast bibe,ji ber evîn nûnertiya hebûna lihevhatî û çeleng dike,û ji derecemên têkdanê bi wê , zanîn encam da, û heyîna evînê binyad bû ,bi rêya zorengê, ji bo serkeftina nirxên xwezayî , sîstem û zagonên yên gerentiyê dan e heyîna komên mirovî û meşiqkirina reftarê wan , ji bo çesipandina zanînê û bikarînîna alavên heyî ,ên zanyar afirandibûn, piştî naskirina êgir û bikaranîna kevir û avakirina malan û çandiniyê, ta derbasbûn afirandina elektirîkê û telefonê ta şoreşa kompîyoterê û intirnêtê, wisa têkiliya mirov bi xwe hat xuyakirin, û bi pêşve çû û bi rêya ê beranber û cîhanê bi giştî. 
Mirov girêdana xwe bi hebûna zanînê winda kir, bi encamê zepkirina hîsîtiyên desthiladariyê û diravbûnê , û xwedawendiya takes û destgirtinê li ser defîneyê û dijminatiyê, wisa mirov ji kiyana zanînê hat e dûrkirin, ji ber zanîn ew nameya saxlem û berz e di evînê de û jiyankirina wê . 
Ev girêdan winda kir ,pişt re têgehên zorengê ji bo zorengê destpêbûn ,dewsa belavkirina nirxên evînê bi rêya avabûnê , bedewbûna sîstemê û şaristaniya a cîhanê ji serdemên hovîtî û tundiyê xelas dike ,ta ew şaristanî bibe mînakek e resen ji hêzê. 
Serdemên terorê destpêbûn û navê pîrozbahî lê bûn bi navê ol û netewê yên bibûn perdeyekî di nav xwe de naveroka zorenga bingehîn veşartibû , û ewa zepkirin û kotekirina abûrî û gerîna li ser erdên nû. 
Du zoreng mirovahî berhemdanbûn bi rêya têkdana bi hebûnê re, zorenga zanînê ê tê nasîn bi girêdana zanistê bi sincê , beranberî nezaniyê ê tê nûnerkirin bi girêdana zanistê bi helweşînê . 
Desthiladarî nirx ,ol û netewan bikaranîn, ta bi rêyên wan pergal û nerînên teng belav bikin, û bi encam jî têgeha yekbariyê çêkiribû, lê zanyar di sinc û lêkolîna zanistê de guhertinekî bi derbasbûna mirov berve başiyê dîtibû, ji ber vê jî zoreng di navberê yekbariyê û guhertinê , parazvaniyê û pêşveçûnê, reseniyê û nûjeniyê û hemû bi zorenga mezin û rasteqîn e girêdayîne û ewa zorenga nezaniyê û zanebûyînê. 
Û hebûn piştî ewqas zorengên xwînî hat e lawazkirin, û berve lerizandin û pîsbûn û bêtaran hat, ên ezeziya mirovan peydakiribûn , bi rêya ceng û qirkirin û xazên jehirkirî yên timehiyên nezan û xweprest li pey xwe hiştibûn bi encamê dûrketinê ji evîn û zanînê. 
Beranberê vê ew hebûn berve sivîlbûn , avahîbûn , bedewbûn, huner, û bêrê diçe bi rêya girtinê bi nirxê ê mirovahî tope ser hev dike, bi cûreyên ziman, awe, û reftarên wê di evînê û ewa rehjena zanîna nemir e, û tu cudahî di navbera evîn û zanînê de nîne ji ber herdû cêwiyên hebûnê ne.

Henas, hizr, têgeh, bawerî û lezkir, lêkûrbûn, raman û pirsîn, kilîlên zanîna hebûnê ne, û ev kilîlan, ji semyanê girêdana jîndarê mirov bi hebûnê bi rêya evînê ye, ê ji mirov re nûnerê kilîlên ên bi rêyên wan zanyar destpêkiribû bi lêkolîna tiştan, ji bona zanînê. 
Azadî di xelasî, piştrastî û aştiyê de ye, û pêkanîna xweşiyê berve başiyê, û ev jî ji reweştên zanînê ne , û têkdana şaristanî ê mirovê zanyar afirandibû, gerentiyê dide ji berdewambûna jiyana rast , ji ber piştî westandinekê alavan zanibû bikarbîne, û ji ber meraqa wî bi serkeftin û jiyanê de ,bi gelek astengî û keleman dersbas bû , ji ber têkdana wî a berdewam bi hebûnê re bû, û ew negîhabû nirxê roniyê bê ku derbas biba bi gelek hewldanên zehmet, timî hember rewrewkan binkeftin ,qirêjiya nezanî , xwebînî û xweperestiyê rawerstiyabû, carne bindikeft û carne jî serdikeft, û ev serkeftin û binkeftin zorengê çêdikir. 
Bi xwezaya xwe ya mirovî hizr kir meyldariya xwe ji têrbûna tekoz re ta ku ji birçîbûna gewdeyî û zayendî rizgar bibe, û destpê bike bi gerîna başiyan, û ji vir divê em binav bikin ser ew nêrînên rêgir yên bibûn sedem ji mezinbûna girêkên tund û hundirî cem xelkê, û bubûn jî asteng ji pêkanîna nameya evînê di lêgerîna zanînê di hebûnê . 
Zanebûn ew kombûna yên bin de hemû mirov xwe digrin, di çarçovê wê de nakokiyên wanî milî , cîgehî , zayendî û bîrdozî kêm dibe, ji bo avakirina sazî û yekîtiyên yên gerentiyê didin ji navnetewan ku derfet bi dest wan bikeve di xweşî û aramiyê de, û bidestxistina pêwîstiyan bi rêya dijatiya birçîbûnê, terorê, bêxwendinê, û çekên qedexe , û qedexekirina bazirganiyê bi mirov û pêkanîna azadiyan bi rêya hevjiyana xurt bin siha çanda nakokiyan di navbera jin û mêr de, ji bo pêkanîna xwestekên malbata kêfxweş ê aramiya derûnî nîşan dide, û bi xwe tê wê wateyê asta herî jûr ji gîhştina adamîzadê ji rehetbûnê . 
Ji ber nêrînên dûrkirinê roleke neyînî û bive û beşdar lîstin bi kwaşkirina mirovahiyî li qeyranên ceng û birçbûnê û hatina serdemên nezanî û paşveçûnê , û êdî şerê mirovê xweperest kaniyên evîn û zanînê zûhakiribûn, ji ber vê jî têgehên tundirewiyê di ol , rêbaz û komî, û mîkrobên nijadperestî û şofînizmê belavbûn û tiştê girêdayî pê, û bibûn şêweyekî ji binpêkirina girêdanên giyanî û ramanî li cem zanyar di hebûnê de û li ser ademîzadê, nezaniya giyanî û ramanî zêde kirin, û windabûn, tewşî û xwedanîna li qurzîkên nêrînên erdnigarî û herêmî ên teng , û serdemên tarîbûnê destpêkiribûn, û piranî xelkên hebûnê daqurtandubû, gendelî derbasbû, û hizra netewperestiya paşvero û hizra olperestiya konî bi cih bû dewsa civaka zanyar û şaristanî ê ji wê evîn semyan dibû, mirovê hişmend û jiyana nû vejîn dibû. 

Nasnama mirovê zanyar a nû zanîn e û ew ya nûnertiya jiyana nû dike, destpêkeke ji dawîkirina êşê û hevşabûneke bi azadiyan ta zanîn bibe kombûna tekoz a bin wê de taybetmendiyên gelan tê parastin li ser zemîna hebûnê, di nav de hemû zanyar têde wekhev dibin di maf û pêrabûnan bi rêya nimûneya konfedrasiyona ji bo pêkanîna bazara abûrî a mezintirîn , di wê de kar û barên hemî zanyarên berhemdar dicivin û biserhev tên ji bo pêkanîna hêz û xweşiyê û daxwaziyên mirovê şareza û afrêner û saxkirina bedewbûnê , wêje û zanistê ji bo xizmeta hebûnê û berdewambûna wê . 
Û evîn nûnertiya hêza neberçav û gewre dike û jê hemî hêz pêktên, ji wê rêxistina lihevhatî di hebûnê de , û wisa xweda xwya bû, endezyarê bedew û kevinar, li gor navên wî yê navdar û naskirî, di dîmenên hebûnê û çelengiyên wê, û pêveçûnên sirûşta niviştkar, ji ber vê jî , ger mirov bi çi hest bibe ji bedewbûnê teysîn bûyê, tim lê navek bilind lê dike,ji ber evîn kêfxweşî û pakiya hizrê henasê mirov e ê di xuristiya xwe de meyldarê bêrê û dildariya azadiya a ji taybetmendî û navdariyên sirûştê hate jiyankirin. 




Mirovê zanyar hebûna kiyan , netewan, û taybetmendiyan di jiyanê de betal nake, û regeza yekbûna hebûnê ew guhêrbarî ye, û tekozbûna nerînê nayê wê wateyê betalkirina nerînê li guhêrbarî û dewlemendiya heyînî a zanyar jê hemû hêzên xwe distîne, lêbelê zanyar cem wî armanca astbilind heye ku bi wê ve bê girêdan paş wê guhêrbariyê, û ewa hewldana wî ji zanînê re û parastina hebûnê bi hezkirina xwe ji jîndaran re û pêşiya wan mirovê beranber , ji ber vê jî bi tund naye tiştan ji ber ti sînor ji zanebûnê re nîne . 
Ji ber mirovê zanyar nasnama xwe di zanînê de dibîne, ew dibîne ku fêrkirina zimanan rêyeke ji dan û standinê bi wan kesên ên di wan de rastiya wî ya nû û kevnar xwya dibe, ê bangewaz ji xizmetê hebûnê û pêkanîna nameya wê di evînê de, ji ber vê çi ol, partî,netew an kom wî ranawestîne, bawer e bi rêxistina xuristî û xwe nake kole di xizmeta hinek kes. 




Mirovê zanyar şoreşger e dijî têgeha partîtiya teng , û partîtî bi heman cûreyên wê , şoreşger e li ser bîrdoziya gelemperatî a yekbar, ji ber ku dijî guherîna zanyarî û jîhatîbûna pêşveçûyî ye. 
Mirovê zanyar bi yekîtiyan re ye , ên dibin ji bûna bi cihkirina nermî di ramanê de , û bawer e bi mirovê leşger û rêber di eyînê demê, bawer e bi rexnê baweriyek tekoz, û çanda danûstandinê bi cih dike û enkêtkirinê ji bû pêşevçûna ramanan û gihîştina derê herî baş, evîn û hunerên mirovî ên hebûn û ramana zanyarî xizmet dikin pîroz dibîne , û xebatê dike ji bûnên wan bi rêya pêgiritinê bi zanînê, û bi dijwarî nerazîbûna xwe nîşan dide ji penceşîrên nezanî , kîn , nejadperestî, jaravî, û serdestkirinê , bi evînê bawer e mîna rêyekê û bi zanebûnê mîna armancekî û bi hebûnê mîna girêdanekî. 
Û evîn ew jiyankirina sinc e ê dibe yekem erkên mirovê zanyar ji jiyanê ji ber ew nûnera netewa wî dike û evîna wî ji jiyanê re. 
Û bevegera me li ser partîtiyê û rexnekirina wê divê em xwedawendiya serok an nîşanên ê bi koretî û reweştî û xisitna tirsê di nav mirov de bidin nîşan,ji ber zanyar dibînin ji têgehê xwedawendiyê, Xwedawendiya padîşeh, encameke ji têgehên olî ên ji desthilatdariyên oldarî derketin, ev xwedawendî giyanê koletiyê di cemaweranda tevrakirbû, û hîştibû di gêjbûekê de bijîn dûrî jiyankirina demukrasiyê û bicihanîna dadmendî û yeksaniyê, ji ber vê şerê zanistî û zanistan û ramanvanan, û xwediyên hizrên afrêner hatibû kirin û ol bûn şêweyeke bi sûd bi destê van saziyên bi ser ve wan, ji bûnê gelan bi rêya wê zep bikin, car ne bi navê ol , û car ne bi navê netew , û bi encam jî gelek komkûjî qewîmîn , û milyonên kesan hatibûn qirkirn bi navê mîtingeriyê û vekirnê, û ev saziyan her tim û ji berbanga dîrokê , kesên zanyar ji xwe dûrxisitn û kuştin , û bi heman şêweyan şerê wan kirin bînin ziman hinek ji wan :
Suqrat , Kurê muqefa, kurê ela a merî, Galîliyo, û hinek din, ew jî hinek ji girîngtirîn navdarên zanyar bûn di demê xwe de ,piştgiriyê dabûn zanînê û evînê û nameya afirandinê di hebûnê de weşan kirin. 
Pîrozbahî ket e ol û kom û rêbaz , netew û herêmî û êlî, û cîhan bi şerê pîroz destpêkirbû bi navê xweda û maf û rizgarî û berxwedanê û her kes li ser kuştiyê xwe navê nemir an şehîd bi nav kiribû, û hemû cûreyê şer rastiya wê dijî zanînê bû ango evîna a ku di hebûnê de heyî. 
Hatinên nêrînên hêz û tundiyê, afrênerî û zanebûn di hundirê mirov de dorpêç kirin, û ew hiştibû bikuje ta ziyanan û qirêjiyê li dû xwe de bihêle li ser vê hebûnê , ê dibe mîna cih ji jiyanê û mezinbûnê, ji ber vê jî têgehên wêraniyê û seqetbûna ramanê belavbûn, û bûn yedekek ji sextekariya rastiyan û lîstinê bi baweriyan, ji ber partî pergalekî nûbûyî ye ji ol û ew sêwirandineke rîjeyî ye tê guhêrtin û rexnekirin û jinavbirin, êdê ne ew tenê nimûneyeke dikarê hembêz bike hizr û daxwazên mirovê zanyarê nû, lê carne wî ji ramana azad û mijûlbûnê û afirandinê dûr dixe, û dihêle bibe mîna qonterciyekî û totiyekî , tenê gotinên destûrê a naye guhertin dûbare dike, û ger hinekî raman bibe bi guhertina wê, weteya vê yekê derketina ji rêbaza partî û pir gunehbarî pê wer dibe, û navê neyartiyê pey dikeve û dibe ku bê kuştin jî ,ji ber wê çaxê êdî hew dikare bêdeng bimîne û bi wê windabûnê hest dibe ê dinav bîrdoziya vê partiyê, û êdî ew rêbaz bi kêrî dem û siberojê naye , ev yek tenê di rewştên partiyên gelemperatî, ê ku mîna rewştê olî girtî ye , û tenê ji endaman tê xwestin ku bibin xelek li dûr rêberê vê partiyê bi awayekî kor û nezan, ev kevirbûna hîşt mirov têkeve pergalekî teng û dûrî zanînê hêdî hêdî bibe, û yek ji erkên mirovê zanyar ku vê şêwazê qut bike û şerê zordariyê û gendeliyê bike, ta ku nekeve xefkên têgehên teng de ê dijatiyê nirxên evîn û zanîn û roniyê dikin. 
Zanîn tagiriyekî tam e berve evîn û bedewbûnê , û redkirineke ji pikaranîn û dûrkirinê, û rizgarkirina mirov e ji her tiştê wî dixendiqîne û dibe kelem pêşiya rêça wî ya pêşevçûyî bi rêya nûnertiya wî ji sincê re, û karkirina wî ji mêjiyê re û berhemînana wî ji xurtî re di xizmeta nirxê ê ku ji hebûnê dertên, û nirx jêdera wî lihevhatina mêjî bi dilovaniyê re di çarçovê hebûnê. 
Yek ji armancên zanînê di hebûnê de ew berzkirina hevjiyanê û zîrekbûna astbilind û lêborînê di çarçovê guhêrbarîna ademîzadî û têrkirina wê bi alîkariyê û hezkirinê û lêkolîna jiyanê bi rêya kar û rêxistinê. 

Tags

Post a Comment

0Comments

Post a Comment (0)

#buttons=(Ok, Go it!) #days=(20)

Our website uses cookies to enhance your experience. Check Now
Ok, Go it!