pêşgotin
Zêdetirî heft rojan min bi rastî nikarîbû vê pirtûka qayim teqle bikra, ê di navbera zanîn û evînê de tevinek zehmet nê derbaskirin rêsandibû.
(Evîn hebûn e û hebûn zanîn e) dûrî bask, dûrî tarîbûna rewş û desthilatbûna kirêtan ji hefsarên desthiladariyê.
Jiyan ya her tiştî dide te, û kevçîkek e pepûkî bi merdî dide te , ew eynî wê yê derfeta axaftinek e ji dil dide te, di wê odeya ya li jor ezmana qirmizî de.
(Ji ber xewin û evîn destpêk in, û ewan serhevsarê zorengê ne hember gendeliya karbendî, sincî û siyasî û herwisa)
( şev û roj du nîşan in ji mirovan re, û xwedanê gund rêzanên wan in, mezinên gund heta azana serşevê dimînin pişt re dirazin, ciwan bi rewşitên xwe ve di şevbuhêrkê de heta katên berbangê dimeşin pişt re dikevin xewê, serseriyên kuran gund û derveyî wê derbas kirin e, çiyayên asê bi rêk û pêkbûnên xwe berfereh in, dibûn hêlîna baz,şahîn û simyar, û hingiva reş a bejî li jor çiyê bû, xweşiya bi destxistina hingivê mistaxek bû di nav kuran de).
Ma xweşiya wergirtina hingivê di çarçoveya xweşiya ya diqede piştî bidawîkirina armancê û bidestxistina xwestekê ye, an li ser wê berdemabûn, geşepêdan û pakiyê tê girêdan?
Zikmak ku geherîn rastir e ji guhertinê û bêhtir dikare bimîne, ji ber ku guhertin me li xala destpêkê vedigerîne,û geherîn çêbûna babêtên nû mebest dike û bi pirgalên seyrtir û nû, û bi rêbzek e zanyar ku şikandina rewşê û rakirina bîrdoziyan hemî û heta yên gerdûnî mebest dike, ji ber ku bêsînorbûn nema zikmak e, a zikmak ewa: lêkolîn û şikandina bêsînorbûnê û bîrdoziyên wê ne.
lê balanamayên ramanî û zanistî banga çi dikin, yê li dû hatî û yê rexnegir ji devdana niha re, bi pêwîstîbûna damezrandinê ji ragirbûyên nû re li devdana mirovahî de, ku karbînî û çalakiyên wî sînordar bike, û pişta xwe li ser rastiyên zanistî yê li dû hatî û hatiye naskirin girêbide û ragirbûyên berê a devdana niha pişta xwe pê girêdabû bişkîn e û biçewsîn e û li ser serê van rastiyên : zanistiyên haqasî û tiştê ku biyolijiya jîndarî û zanistên cîwarî gîhabûnêkî , ji rastiyîn nû yên dijî rastiyên berê a ku xwazayê xirakiribûn,û çawaniya avabûna jiyanê di çarçoveya wê de, û şîrovên olî yê li dû hatî ,ji zikmakê gerdûnê û rola mirov têde û hevdîtina rastiyên zanistî û a li dû hev hatî .
Nema êdî derfet heye ku ew bervepêşbûna niha bê berdewamkirin, ji ber ku hatinên sirûştî bi dawî kiribû û hilkirinekê di hevsengiya xwezayî de çêkiribû.
Tiştê ku bi rastî Rêber Hebûn têderdixîne ewa çawaniya duristkirina serdema rewşenbîrî cihê serdema aborî çi ji avabûna tewrî û têgehî an rol, peywir û bîrdoziyê, ji ber ku zanyar hest dikin bi kanîbûna çand ku tiştan bi pergalekî rast amade bike bi rêya zêdekirina wê bi çarçoveyên karger ji geşepêdanê yê bi eynî rêbazê çêdibe, zêdebûna destikên bêhtir karger ji bo pêkanîna hevsengî û lihevkirinê di navbera aborî û cîgehê û di navbera rikberîkirin û hevkariyê û di navbera têçûn û parastina hatinan û di navbera mirov û tiknolojiyê û di navbera zanistîbûn û mirovahî û di navbera daringî û giyanîtî de.
Ji ber rola bingehîn ji zanîn û çand di hevbeşî û mayînê de ye û divê nekeve bin tevgerên bazarê, ji ber ku her karekî afrênerî li ser hevpariyên qerpolî tê avakirin, kokên wê ji hezarên salan ve vedigerin.
Û divê siyaset ji bo ku têkeve xizmeta berjewndiya giştî bi awayekî dînamîkî tevlî nakokiyan bibe û bê guhertin.
Ji ber ku pêdiviya demukratîkirina destihlatê bi xurtbûna kanîna tevgerê di navbera nakokiyên herêmî û gerdûnî , takes û kom , mirovahî û bejî de heye.
Û pêdiviya reseniya kûr bi xwenasîn û gotûbêja vekirî heye û rûbirûbûna pisporiyên cuda bi awayekî vekirî dixwaze, û girêdana parçê bi tevahî ve û girêdana kirina erkdar bi dîmena mezintirîn ji bo diyarkirina xebata rast.
Ji ber ku azadî naye dayîn bi tevahiya xwe, ewa mîna hemî başiyan e, dibe ku bibe dij, divê mirov li pey bikeve dûrî dijiya wê, ji ber ku bê civakek e saxlem û sînordar takesek azad nîne.
Wekî Enîştayin dibêje , xwediyê tewriya rêjeyî ( kêşeyek an pirsgirêkek naye çareserkirin bi eynî rêya ramandinê a ku bi ser ve biribû)
tenê divê em ji rêveberkirina zanînê li afrandina zanînê birêkevin ewa xebata zanyarî berz dike.
Û eger me li dor cîhangêriyê dizîvirin, eva bi eynî xwe kîmaniye ne bêhemtayî ye, ji ber ku cîhangêrî wek ku pirtir lêgerîn encam dan li ser sê pîvanên bê liv ajotin e û ew: gerdûnî beranberî cîgehî, hemcisnî beranberî newekhevîbûnê û belavbûna kanînê beranberî cîgirtîbûna wê.
Û ji vir giringiya Pêşkêşkirina zanyarî a geşepêdanî û vegûhêr diyar dibe ,ku ew piralî ye, azadîxwaz e , rexnegir e, û hişyargir e û sincî ye, û bala xwe li ser çand û xwezayê dide, û tê nasîn ku ew gelemper û temambûyî ye, û li ser hemî riwên giring di çêbûnên geşepêdanî, siyasî, civakî,aborî û rewşenbîrî digre, bi awayekî tevderbasbûyî, û herwiha riwên geşepêdanî bi eykolojiya siyasî ve girêdide, û bal li ser bingehên dadmendî, yeksanî ,hevkarî û levakirina hevseng ji destkeftiyên geşepêdanê dide.
Ev hewildan berve guherînê bi pêşdebirina takes têkildar e, di komel û civakan de, divê bi awayekî temambûyî bê rêvebirin, ji cinav û jîhatîbûn bi çand û sirûştê û bidîtina ferehiyekî ji bo pêvejoya pêşxistinê, ji huner û sinc û zanist ji bo bilindbûna nirxên takekes û penda giştî û zanîna hunerî.
Û dema zanyar berztirîn kes bûn di hilgirtina berpirsariya rêbaza çand û geşepêdanê, yê zanînek e dagirtî bi xwe re tîne, ta karibe ava bike û hertimî be ji têgihiştin , zîrekî û nasîna wana ji pêşerojê re, yê li dor wê hemî zoreng, nakokî, nirxên paşvero, zordarî, gotara nefretê û nexweşiya ramanî dizîvir e, û dema ramanyar Rêber Hebûn di pirtûka xwe de yê têde bêhtirî heşt salan derbas kiribû, hundirên rewşê vekolîn kiribû, bi rêbazek e ramanî û rexnegir, a balkêş ew e ku hewil dabû berve çareserkirinê ne tenê diyarkirina rewşa bêdûnde, lê bi kanîna xwe ku ramanên nû û afrêner, dikarin ne tenê bijîn lêbelê tiştan biafirînin, û pêdiviye ku em avahiyên civakî hizr bikin,ji ber ku ewan xwegêra bingehîn in an kelem in ji çi perwazek geşepêdanî an çalakiyek e aborî an teknolojî, ji ber vê yekê agehkirina guhertinên civakî pêwîst e ,ji bo pêkanîna çalakbûnekê di guhertinên teknolojî û amûrkarî û hin hêlên diravî de , ew mercek e sereke ye ji serkeftina pîlan, çalakî û straticiyan, bi berbawerî li ser çavkaniyên zanyarî û pêşxistina nimûneya amana zanînê.
Rola Hisênat
19.06.2021