MEYXANA ‎LÊVAN ‎- ‏RÊBER ‎HEBÛN ‎

Rêber Hebûn ريبر هبون Reber Hebun
0
Meyxana lêvên şîrîn 
Ew buxçeyên sîng û ber 
Ji laş û dil  re  gor in
 Ew sêvên nûgîhayî 
ew porê reş berdayî 
mizgîniyan dispêrin
 Tu yara hestên bêdeng 
Tovên beybûnên heftreng 
Jiyana nû destpêbû 
Dema tu hatî ba min
Gulya te şewqa rojê
Ji nav tariyê derxist 
Ta ronî ke ezmanê 
Ta şad bike jiyanê
tu  ji  min re bûye ew find 
ronî dike jîna min
nûjen dike dildarî 
berhev dike peyvên min
gerden şad e padîşah e 
li ser sînga te yara min 
dema ew gerden tê xwarê 
min dikşîne nêzî te
mîna pêlên deryayan
çendîn dîn e mîna min

Post a Comment

0Comments

Post a Comment (0)

#buttons=(Ok, Go it!) #days=(20)

Our website uses cookies to enhance your experience. Check Now
Ok, Go it!