"Keça kanî"
Evînî tu gulistanî
Çelengî tu bêrîvanî
Ji adarê re nîsanî
Ji erdê re tu ezmanî
Şîrîn lêvê sipî sîngê
Ji min re tu dil û canî
Ji payîzê re avdarî
Ji havîn re zivistanî
Ligel te her birîn xweş e
Ji giyanê re dermanî
Li gel te xemgînî geş e
Nema dijî perîşanî
Xwezî di hembêza te bijîm
Bi aramî bi hêsanî
Xwezî zendên te yên nermûk
Di nav min de bibe kanî
Rêber Hebûn
19.07.2021