Sîmirbazî di navbera destanîbûn
û nejenîbûnê
Rêber Hebûn
Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê
helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.
Ev pirtûka
wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev
mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê
dike û ev me dihêle ku em babeteke rexnî vekin girêdayî bi mijoliya helbestvanê
ye, bi jiehvekirina nîşanên helbestî, ew nîşan bi vejîndanê ve girêdayî ye, ji
ber nîşan dûriyên xwe yên deronî û niştîmanî hene û bikaranîna wê bi xwe re
hestên serhildan û raperîn û rikberiyê tîne hole, wekî tê zanîn ku helbest bi
giştî hunereke wêjeyî ye hest û ramanan bervajî mirovan dike, giringiya
hevgirêdana di navbera destanîbûn û nejenîbûnê de bandoriya xwe li ser hişmendî
û henaseyên xwendevanan heye , ji ber wate ji nivîsê an ji pêvajoya
derbirînê ew e bilindkirina asta
têgihiştina mirovan e ev yeka jî
zanistên mirovî li ser dixebite, rola helbestê li ser jiyana civakan berz dike
, nexasim dema helbest nêzî mijarên dîrokî û destanî dibe,bûyerên ên ku ji
jiyana kurdî derbasbûn e gelek in, bandora van bûyeran li ser mirovên afrêner
hene, belgekirina hest û ramanên demê ne tenê erka dîroknas e lêbelê wejevan jî
herwiha, ji ber ew nûnertiya serdema xwe dike, zimanê rewşê diyar dike, bêhtir Kubar
Hawar di naveroka helbestên xwe de şêwaza pesindanê bikaranî ye, ev jî rolek
xwe di sazkirina nasnameya netewî û rewşenbîrî de heye.
Helbestvanê xwestiye nûjenîbûnekê çêbike di vê şêwazê de,
helbesta kevinşopî li vir hewil dide bi guhertinên ramanî û civakî re biçe, em li vir binêrin: ( Teneyeke ji axa te dibû- pixûra xewnan- ava
çema te dibû- avsûn û derman- pîroz e mîna ayet û peyvên Quran.)
Yek ji
xusletên şêwaza kevinşopî ku vegerîneke derbasbûyî ji nîşanên efsanî û ayîndî
re saz dike, ev yeka ne dûr e ji metirsiya heyînî û ramana felesfî ve, diyar
dibe ku Kubar Hawar gelek teknîkên derbirînî bikaraniye, ji bo helbest li ser
tek ritmî nemîne, hizrê nûbûnê li cem zindî ye.
Li vir jî
em dibînin rûpel 24 : tu dipirsî lê pirsa te pirseke sar e- digrî lê girîna te
kêm hawar e- wêneyê xêz dikî – lê ne Kubar e.
Çawa
helbesta nûjen ji destanî cuda dibe, ma gelo helbesta nûjen bandora xwe ya
netewî ji destdabû bi sedema zorbaziya takekesîbûnê, helbestvan Kubar Hawar bersiva vê yekê di helbestên xwe de dabû ji
ber mirov dikare di navbera herdû şêwazan de hevsengiyê çêbike , di çarçoveya
helbesteke nûjen de kelepor û nûbûnê jî
diparêze û bi awayên rengîn diyar dike .
Dûmahî:
Wekî tê
zanîn ku helbest rêyeke ji rêyên ramanbûnê ye û roleke xwe heye ji pêvajoya
naskirina henas, evîn , gerdûn û pirsgirêkên mirov bi din re, pêşveçûna
helbestê pêşveçûneka ramanî diyar dike, qet mirov nikare şêwazên kevinşopî ji
holê rabike lê bi rengekî ji rengan û bi şêweyên curbecur wê berdewam bibin.