Dilopek rehnî li ser pirtûka deftera lêkolînan a nivîskar Cankurd

Rêber Hebûn ريبر هبون Reber Hebun
0
Rêber Hebûn
Ev pirtûk berî xwe dide ware lêkolînê û di pêşî de dîroka êlên wek nimûne êla Celaliyan û vegûhêztinên wan, zimanê vê lêkolînê li dor gera li zikmakiya hinek êlan dizîvire, heta çi radeyê an astî ew Kurd in li ser bîngeha peywendiyên wan bi cîran û derdoran re,tiştê dive mirov bîne ziman ku bêhtirî van lêkolînan ji zimanê hin rûsipiyan ve hatibû wergirtin, ji ber xebatên nivîskî li ser mijarê êlan gelekî hindik e, bêhtirî wê ji devê kalan ve hatibûye wergirtin, lewre ew çîrok dibe pir caran cihê gumaniyê, gelo heta çi radeyê ew an lêveger rast in.
Rû 31 :( peyva Kurd nêzîka 5000 sal kevin e û yek ji kevintirîn peyvên dîrokê tê jimartin.)
Nivîskar di vê derbarê de dibêje ku Somerî û Ekadî ew ev nav anîbûn ziman ji ber ku li Mêzopotamiyayê jiyabûn, bervajî dîtina lêkolîner Selah sead Eldîn a vê têkiliyê di navbera Kurd û Someriya nabîne ji sedema ku Kurd piştî fermandariya Someriya bi 1000 salî hatibûn e bakûrê Îraqê a navê xwe niha Kurdistana başûr e.
Lê nivîskar Xalis Misewwer di gotareke xwe de bi ser nave gotarên Kurdî di derbarê zimanê Somerî de wiha dibêje : (Somerî ew ji kevintirîn gellên naskirî ne ên li warên di navbera herdû çeman de niştecîbûn.) –/ Malpera Welatê me 05.04.2009 ev gotar hatibû weşandin./
Bi vî rengî ew bi Cankurd re li ser vê babetê lihev dike.
Li deriyeke din Cankurd qala kedên zanyaran dike di warê mijolbûnê de bi rewşa Kurdan ve mînak: nivîskar Golmorad Moradî ,di vê pirtûkê de bi sernavê: deftera lêkolînan mirov mijarên cûr bi cûr dibîne, hin bi efsan , welat, êl û kesayetên zanyarî ve girêdayî ne,di çarçoveya xwendineke kurt de mîna vê xwendinê naye kurtaskirin, lê diyar dibe ked û êmega nivîskar bi lêdana gelek derî û vekirina gelek mijaran,helbet Cankurd hewil dide bi qasî jê tê bighe lutkeya dagirtina lêkolînê bi zanyariyên nû, derbasî serdema Eyûbiyan dibe, bêhtir sedema fermandariya Selahedîn Eleyûbî têde berferehbûnekê çêkiriye,mînak di pesindayîna kesayeta Şeceretûdurr, wiha Cankurd li ser gotiye: Rû 119:
( Şeceretûdûrr cariyek ji cariyên Necmiddînê Eyûbî bû Sultanê Elsalêh ,tê gotin ku ew Ermen an Çerkez bû , hinek jî dibêjin ew Turk an Romanî bû, nave wê hinde caran Şeceretûdûrr tê nivîsandin, lê guman nîne ku ew di malbata Eybûbiyan de hatiye fêrkirin û xwedîkirin.)
Şêweya hunandina hevokan li cem nivîskar gellekî rehet û hêsan e, mirov dikare têbighe, helbet ev pirtûk dibe jêderekî ku her lêkolînvanekî dikare ji xwe re wê bike palpişt ji bo lêkolîneke bi rêk û pêk ve û bi bandor ve, ji ber pirtûkxaneya Kurdî pêdiviya xwe bi babetên lêkolînan ve heye.

Post a Comment

0Comments

Post a Comment (0)

#buttons=(Ok, Go it!) #days=(20)

Our website uses cookies to enhance your experience. Check Now
Ok, Go it!