Zorenga jiyan û mirinê

Rêber Hebûn

Kuştarên pêkbûyî rewşa çavkariyê aşkere dikin ta biqasî jê tên erd desteser bikin û têde xelkên nû bên e bicîkirin piştî qirkirina xelkên wêna yên resen (Efrîn), û ev yeka tê duristkirin bi rêya dagirtina takesan bi roparta nefretê, û bihaneyên baş ji bo pêkanîna kuştina dirindî, berhinde kombûna kujeran bi dorhevdû ve li ser bîngeha bîrdoziyek e sert li dijî rengê jiyanekê bi xwe hatibû sazkirin, û ev jî dihêle reftara tewanbar bibe kiryarek î bi mebest û dibe mîna erkek î divê bê kirin, û wisa endamên Daişê bi bîrdoziyê ve hatin dagirtin, ta tewanbariyê bi awayekî pîşegirî pêkbînin, û hatibûn e fêrkirin ku tewanbariya yên ew pêktînin wekî sizabûnek e xwedayî ye ji mirovan re bi destên wana ve tê kirin, pala xwe didin li ser ayetek e ji Quranê mînak Soret Elenfal 1 : (we wana nekuşt, lêbelê xwedê wana kuşt,te ne avêt eger te avêtibe , lêbelê xwedê avêt, ji bo bawermendan belayek î baş bi ser wana ve bê, xweda guhdarvan e zana ye.)
Berhinde ev ayet ji cîhadiyan re binav dike ku xweda bi destên we dikuje, û cîhadî bi rengek î deronî bi rêya wê ve tên e dagirtin, û li ser reftara tewanbariyê tên e hêvotin, ji ber ku ew deq ji wana re vê yekê bêbend dike, û zordariya pîroz sertiyek e heyî ye, û pişta xwe li ser şîrovekirinên pîroz dide, û bêdengiya saziya Elezher şanek e bes e ku ew ol sert dibînin, bi tirsê ve naskirî ye, û nefretbûna wê ji çi tiştê dijberî wê, û wêrekiyê li cem nîne ta ayetan rave bike, ji ber ku ew rastiya wê dibêje, bê ku hewil bide xwe ji ber bade an bi rengek î pepûk xapandinê bike, ji ber ku dagirtina sertbûnê di rêbazên hemî ol û bîrdoziyên siyasî de ye yên dixwazin bighêjin desthilatek e cîgirbûyî , û ol pêdiviyek e desthilatî ye di astên xwe yî herî bilind de, û ewa sersaxkirina xizan û çevsênkaran e, ji fişar û zora dewlemendan bi derbasbûna dîrokê ve, û em dikarin di vir de du Islaman ji hevdû cuda bikin Islama dirindî û a din xuristî.
Û Hîdger dibîne ku mirin bilindtirîn derfet e ji derfetên heyînê , ew tirs,goşegîrkirin û lêdanê tîne,û ji jîndar ve hestê wî bi jiyanê û çêja wê dibe, berhinde gavên mirinê gelek li ser henas giran in, û mirî di bîrê jîndaran de nemir e heta ku ew sax in, û sihwa mirinê li ser henas de cuda dibe li gor pile û cihê mirî di dil de.
Destrastên mirinê dixwazin bi kuştina mirovan xelatê wergrin ta bikevin buhiştê û zayendê bi 72 perî re pêkbînin, lê destrastên jiyanê ji bo pirsgirêkê dimrin, ji ber ku welat ewa evrayî , nirxa resen û bîngeha nasnameya mirovî ye.
---------------
1- Soret Elenfal: soretek e bajarî ye ji bilî ayetên ji 30 î heta 36 mekî ne, û ev ji heftê soretên dirêj in, hijmara ayetên wêna 75 ayet in, û ew soreta heyştemîn e li gor rêpêketina quranê.
Û ji ber têkreçûna ramanî û mezinbûna sertiyê ceng zêde bûn û çirûskên wêna berfereh bûn û li hemî deran belav bûn, û jiyan bi derdorê re tune dibe, ev yeka tundiyê di hundirê takes de cîgir kiribû, û wî hîşt sert û tewanbar be, ji ber ku cîgehên zordar yên ji aliyên desthilatiyên wêna yên gendel ve saz bûn , di bijardeyên xwe yên xizan de hestên nerazîbûn û heyfê xwedî kirin ( Pakistan- Efxanistan) û bi encamê ve: tundirewiya olî belav bû bi zêdebûna pêdiviyê bi kar, wekhevî û hînkirina baş ve,û bin saya desthilatiyên olî a ragehî, tiştekî xuristî ye ku qafîkerî berve sertiyê mezin bibe,û dugelên herêmî (Îran, Turkiya) wana bi rêve bibin, û herdû bi lagirtina netewî, ragehî ve navdar in, û nikarin destwerdanê bi awayekî zindî bi kar û barên dewletên kêlek nekin (Sûrî-Îraq) , û berî xwe didin li cenga serkarîtî ta pîlanên xwe pêkbînin.
Û pir caran tundirewî bersivek e, ji ber ku tundirwiya netewî bersivek e li ser sitemkariya di dermafê gellek î bi xwe, tiştê ku dihêle gel berî xwe bide tund û tojiyê mîna destikek ê ji bo vegerandina suhndarî û heyînê û pir caran dibe bersivek e têkreçûyî û sert heta asta tolhildanê, û rabûna Naziyê hat bi sedema zora ku Elman dîtibûn piştî ku ji şerê cîhanî a yekem derketin, û hevpeymana Feresayî 1 di sala 1919 de emzekirin , û ev dibû mîna tivîkirina mercên dewletên serkeftî li ser yên binkeftî de, ev yeka tundirewiya netewî gurtir kiribû, û bi vî awayî Nazîbûn jidayik bû, û dibe ku tundirewiya olî nûnertiya liyangirtiya kevinşopî bike,û ewa bîngeha çi tundirewiyê ye, ji ber ku kevintirîn e di dîrokê de, berhinde zanistvanê rehî Dûglas Fîldiz 2 dibîne : (ku kêşe di giroverên sertiya rehî de ne, yên me dihêlin ku em di hêrs û sertiyê de biteqin, û evna kûr in di mejî de ,binê qalika mêjî de ne, di wir de têgeh çêdibe.)
Ev yeka nîşan e ku sertî navenda xwe mêjî ye, û dema ku takes bi ramanek î ve bawer dibe, gelek pê seyr dibe, û nefret dibe ji çi tiştê ku li dijî wê radiweste, û wisa raman dibin têkelek î di nav xwe de palderên piştgiriya bîrdoziyê li hember dijî wê an kesê ku dixwaze wêna dûr bike hembêz dikin, û herwiha nihandên dijminatî û setmeayînê heta paya girtîbûnê.
-------------------------------
1- Hevpeymana Feresayî hatibû emzekirin di Hizêranê de 1919 de di koçka Feresayî de li Parîs di dawiya cenga cîhanî a yekem de, naveroka wêna mercên aştiyê di navbera hevalbendên serkeftî û Elmanya de.
2- Dûglas Fîldiz : diktûr, zanistvanê rehî û danerek î Emrîkî ye, di zangoya Karlîfurneyê li Sandîgo de xebitî û di û zanîngeha Stanfûrdê, zanîngeha Bîl û amojgehên niştîmanî a tendirustiyê de.

اضف تعليق

Previous Post Next Post