bazdan ‎ew ‎penageye ‎-Rêber ‎Hebûn ‎

Rêber Hebûn ريبر هبون Reber Hebun
0


Bazdan ew penage ye
Netirse ey sih, xemxwar nebe, çavên min ji dîmenên te yê bi êş qerimî dibûn ,ji bizdana te yê nûnertiya rewrewkê dike, dem hat ku tu  neynûkên sermayê bi keritînî bi kelgiriya xemgîniya xwe, nameyên min ji sindoqê têlxaneyê zivistanê vedikî , tu mîna tariyê li ser min dibarî, ez ji te ey ajal  bêzar bûm, min bi lêmiştê gomaniyê  çiz neke, hîn beristanek ji hatina xerpişî  re heye, dem hat ku tu ji sîberê min  ,bawîşka avê ji sîngê avpijînkê vexwî, cilên gulareza bikirî , di gomên dînbûnê de noq bibî, hejar nebe dema tu ji şeva min bê guh derkevî, tu ê li du qoçan digeriyayî!

Ey sîber , rengê xwe jibîr bike, li ber xwe dikevim ji ber ku ez vegeriyam carek din  bi te şobe bibim, piştî ku min te bi deqekî berê da axaftin , û va ye dîsa li dû te dikevim, ey sîtava dilreş, ji dûndê xwe dûrbikeve, ji ber ku sexte ye , hêrsa wê li ser ra firya, bi bêdengî serpereştiya te kir, te bi qutbûn û dûrketinê kevirkir, de aram be , û pozbilind be mîna gavînê , tazîbûna giyanê xwe bi serkêşî binixumîne, ji jiyanê re xûlîbûn bibe, li paş xwe nenêre, bi kesên ên li pêş xwe re hevdîtinê çêbike, ji ber ku ewan wekî çi kesên ên ji paş te ve derbasbûn, dev ji sawîlkên arezûyê berde, pirên borî vepeçinîne, ji kokê ve hilkişîne, li ser kavilên tirsa xwe ji birînê  re raneweste, rabe ta ku bermayê bersiyan , çav li gavê te bikin, nebe ji bilî ku tu nebûyî ta ku bibî, wisa wê çavên ên te li nav çaterên pirsên xwe ve avêtin ,  te pîroz bikin, wê tu dostaniya seyrbûna hêsran wergirî û hurmetbûna roçûnê û tewînkirina yar jî.

Ey saya jiyanê , tu paş reşatiyan dereng derbas dibî, ji kuxika raketiyên  ên di zîndanên teng de ditirsî, zîndanên ên ji kesên şipya tije bûne.

Xilopilo nebe , ger aramiya pêl, te bê omîdî kiribû, jê nexwaze tiştê jorî karbûna wî ,bibe sayek hişmend, nekêşe berve benên ketxwariyê, tu têçûna xwe bi ser xwe ve çûyî, bi aliyê kûrahiya bê nîşan, ti karê te nîne ku tu hundirê wê qam bikî.

Bêguman be ji tiştê ku di bêdengiya nediyarbûyî dizivire, ji bêdengiyê kesên din .

Têdigihim mebesta wateya bêgumaniyê di bûdiliya hêviyê û bêbariya wateyê  de tu vedîtî dikî.

Ey sîber..
çendîn ez bi bîrêkirinê li ber aramiya te dikevim, ez bergerîna serhişkbûna te me, tu li ser xwe dilovan bî, awir bide neberçavbûna xwe, fêr bibe çawa tu bi seqemên bihndana xwe hest bibî, ji filanekî nexwaze bi te bervenêr be, dibe ku di têgihiştina te winda bibe, û dibe ku erd ji bendewariya xwe jê re teng bibe,  bê bawer be jê , dema rêjneya silavên xwe davêje te  , fêrî penda lêxistinê bibe, dema bi te derbas dibe, di deryayên tariyê.

Ji xwînçûna mirinê di nav lêvên xwe de bitirse
Ma çi ji derewên qerenfîlê dixwazim?!
Ji min re kêrên bînxweşê wê giringe, dema derbas dibin sîngê min, û helmijîna min hingaft dikin.

Ji jiyanê re pîtoliya dijayetiyê , ji nediyarbûnê , em riwên kesê pirjimar dibînin, û ji birînê em derbas dibin çanda rûmetê, û ji derewa rûşuştîkir de , em birayê xwe yê kokhatî, rastiyê dibînin.

Hêdî hêdî rengên çirûsîn pêş me derdikevin, doza me eşkere ye pêş xefê, em bazdana xwe berdewam dikin.

Tags

Post a Comment

0Comments

Post a Comment (0)

#buttons=(Ok, Go it!) #days=(20)

Our website uses cookies to enhance your experience. Check Now
Ok, Go it!