"Silav Kurdistan "
Helbest: Rêber  Hebûn 

Ji welêt re
Bermayên hesretê
Ji jinê re
Temenek bê veger
Ji bedewbûnan teva re
Helbestên bê nav
Û hestên germ û xav
Ji beybûnê çiyayî re 
Ji êşên jinbî re
Ji silavên tî re
Bîranînên min 
Hêsirên peyvên min 
Dema serên xwe mîna serhildêran bilind hildidin
 Dema peyv hevdû ji nêza dixun.
Û çivîkên hêviyê çermên çêlîkên xwe digezin
Dema nimêj ji xwedê direvin.
Dema  ceng bi aştiyê re diraz in
Hemî tişt puşt dibin.
Feleka kurdî rewrewkan 
Ji paş piştê xwe ve  derdixîne
Şaristaniya binkeftinê ava dike
Hêsir jî dibin  qetran.
Newrozên bê agir  dişewitînin
Û riwê agirê hêrsdar  disojînin.
 Dema evîn dibe gor
Zivistan   di bin germa havînê de dilerize.
Birîn xwe di hola evînê  de sêdar dike .
Her tişt dibe  wek hev 
Mirin  û jiyan pêxwas li paş karwanên darbestan dimeşin
Buha û erzan hevdû di bazarê valahiyê de difroşin
Derd û derman
Mirovên saxlem
Seqet dikin 
Û yên nexweş 
Wana bi cil û bergê nojdar ve dixemilînin
 Li pêş çavên dilê min de
Dengê tilîlî wek nalînekê ji dûr ve tê 
Dengê wê 
Vedenga dahol û zirnê ye
Peyamên kundan dixwîn e 
Ew yonan bû
Û niha dewlet e
Ew roma bû
Û niha Îtaliya ye.
Lawên iskenderê mezin jî
Dewleta xwe  ava kirin. 
Farisa kevin  niha Îran e 
Û osmaniyê berê
Lawên xwe li vir in
Li ser laşên erdê kona xwe ya girs  cîgir kirin.
Em tenê erd ji me nefret dibe 
Em ji welêt derdikevin 
Bi şehnaziya  kujerên xwe serbilind dibin 
Û karwan du karwan  xwe li deryan diqelibînin 
Û berdewam dibên 
Silav  Kurdistan 
Silav ey netew  
Silav ey Xewina  bedew.