Bişkuvîna kokên comî û nijadî #Rêber_Hebûn - xeleka 6ê ji pirtûka (Evî...

Rêber Hebûn ريبر هبون Reber Hebun
0

Bişkuvîna kokên comî û nijadî

Rêber Hebûn

Kirina nijadperestî û dûrkirina olî û netewî ew ji bo cîgirkirina rizandina civakî ye û bidawîkirina destkeftiyên şaristaniya a bi destê zanyar diyar bû, ta civak xwe bi ser hevdû ne de, ji ber ku wek mînak şerê li sûrî van pevçûnên civakî cîgir kirin, ku ji parçebûna civakî derhati bûn, bi encamê zorenga rêgehî a dîrokî li meydanê de hatibû gurkirin bi rêya çekdarîbûnê a bi xwe re çeng û nakokiyên berfireh û girêdayî bi aloziyên civakî anî bûn, ji derveyî sînorên sûrî li dewletên tîjandina comî û li tevahiya rojhilata navîn de, û mînaka nêzik jê re başûr û nîvê Îraqê û zorenga comên Libnanî ên bi serweriyên cîgehî û xaçparêzî an Islamî ên navika heyva Şêîy1 nimûna dikirin, van tişt hemî nîşan didin ku têvedaya zorengê bi rêya ol ve tê geş kirin, û şîrova vê yekê ji encamê ne diyarbûn û çewisandina ramana rexnegirî ye di nav bijardeyên ciwan de, û parastina desthilatên serkotker ji reweştên tîjandinê re, ji bo civak yekgirtî nemînin û tenê agirdeyê cengên aborî bin, ji bo erd , hatin û saziyan talan bikin, di dema ku medya gelek paşverû be, û li ser zorkarî û girtinê xelkê bajo, bi awayên xwe yên diyarkirî yê mazoşiya ramanî pîroz kir bi rêya reftarên partiya totalîter, cîgirê reftarên olî û xudêyî, a cureyên mêtingeriya hişmendî kiribûn, û kedên zanyarên ên bê lawazî û çîzbûn derbasbûn e girêdabûn, zanyarên ku ewlehiya civakên xwe parasti bûn, û wan ji hola cengên nerewayî derxisti bûn, û keti bûn di rûbirûbûna binçavkirin, birçîkirin û pêlên nezanîkirin û reşkujiyê.
Kêmasiyên vê civaka amadekar bi çêja xwe ya mêtandî ji reweştên pîrozbahiyê rût bûn, ji bo bibe nimûneyekê ji her tundirewiyê ji bilî ku bi hişmendiyê pêşkeve, û hevrista zordariya rojhilatî tiştê ku çandibû çinî kiribû bi dehên salan ve ji koletî, û cîgirkirina tenahiyê di civakên ku ji bilî çepikdan û bijîkirinê tiştekî din nizanî bûn, di gumaniya xwe de ku şoreş ji eywanên perestgehan û bangdariyên kesên jê derketin e tên.
Pircarên armancên van şoreşên comî dikevin di pêgorandina desthilatê bê guhertina wê bi awayekî sereke.
--------------------
1- Heyva Şêîy: têgehek e siyasî ye , padîşahê Urdinî Ebdulillahê duyem lawê hisên bikaranî bû di Waşinton post de dema serdana xwe ji Emerêka re di destpêkên meha berçelê de sal 2004 an de , li ser metirsiyê xwe derbirin kiribû bi gihîştin hikûmetek e Îraqî bi Îranê re hevkar e li desthilatê li Bexdayê ku bi sîstema şoreşa Islamî re li Tehranê û ricîma Behs li Şamê re hevkar e ji bo çêkirina heyvekê bibe bin serweriya şîa dighe Libnanê.
Bi nediyarkirina dengê gelêrî, û mayîna bijardeyên wê bin topbaran û revê , çênabe em behsa çi destpêkên avakirina sîstemên demûkrasiyê bi sînorên wê yên kêm ve bikin, an behsa çi pirojeyên ku palên xwe li ser felsefake rastîn bikin, wê ew bimînin di çarçova hewildanê ji bo vegerandina nasnameya rasteqîn e ji civaka rojhilat navînî re, û bi dûrxistina zanyar, xwedanê taybetiyên afrêner, û ne tevlîkirina wan di pêvajoya guhertina demûkratî de, wê çi piroje di zemîna xwe ya tewrî de bimîne ,eger civakê tevlî ne be û bi taybet bijardeyên wê ya ronakbîr ên xwe ji çi axaftinek e partîtî pasfinde girav ne kirin .


Post a Comment

0Comments

Post a Comment (0)

#buttons=(Ok, Go it!) #days=(20)

Our website uses cookies to enhance your experience. Check Now
Ok, Go it!